Polîs, li êrîşker xist heya sekinî

Polîs, li êrîşker xist heya sekinî

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê li navça Küçükçekmece kesekî bi navê Süleyman Göv (35) di destê wî de kêr êrîşê der û dora xwe kir. Êrîşker 2 kesan birîndar kir. Li ser bûyerê polîs çû ciyê bûyerê lê nikaribû ji destê êrîşke kêrê bistîne. Mecbûr man ku bi demançê li lingê wî bixin heya wî dan sekinandin.

Polîs, êrîşker xist binçav û di rêya tîmên tenduristiyê de birîndaran bi ambûlansan şandin nexweşxanê. Kesên birîndar yên bi navên Ercan Özer û kesekî ji Sûriyê yê bi navê El Muhammed Hayrullah in. Rewşa her dû birîndaran jî başe.

Êrîşker yekî ji milê wî û yê din ji zikê wî birîndar kir. Hat ragihandin ku êrîşker berê ji hinek sûcan qeydiya wî heye.