Îsraîl: Têra me çekên me hene

Îsraîl: Têra me çekên me hene

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got, piştî ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden şandina çekan bo Tel Avîvê qut kir got "çekên me têra me" hene ji bo êrîşên plankirî, di nav de li ser bajarê Refah li başûrê Şerîda Xezzeyê ku nêzîkî 1.5 mîlyon Filistîniyên bêwar tê de cih girtine.

Li gorî nûçeya The Times of Israel, Hagarî di civîna çapemeniyê de îdia kir ku êrîşa artêşê ya li Refahê tenê li rojhilatê bajêr sînordar bûye, ne li tevahiya bajêr.

Hagari bal kişand ku heta niha Amerikaye ji bo Îsraîlê û artêşa wê alîkariya ewlehiyê ya cidî kiriye û wiha got, "Artêş ji bo wezîfeyên ku plan dike û ji bo wezîfeyên li Refahê jî têra xwe çekan heye. Çi hewcedariya me hebe, heye."