Hikûmeta Iraqê bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku erka UNAMI bi dawî bike

Hikûmeta Iraqê bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku erka UNAMI bi dawî bike

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir û xwest ku Mîsyona Alîkariyê ya li Iraqê (UNAMI) dawî li hebûna xwe ya li welêt bîne.

Di peyama ku li ser navê Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîa El-Sudanî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hat şandin de, bang li UNAMI hat kirin ku dawî li wezîfeya xwe ya li welêt bîne.

Hikûmeta Iraqê bang li UNAMI kir ku heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an erka xwe li Iraqê bidomîne, lê piştî wê dîrokê hemû çalakiyên xwe rawestîne.

Di peyama ku hikûmetê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandibû de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Em spasiya xwe ji bo piştevaniya demdirêj a Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ji gelê Iraqê re radigihînin. Bi vê wesîleyê em bi cenabê we dilniya dikin ku Iraq wek endamekî damezrêner yê vê rêxistinê dê hertim piştevanê gelê xwe be û bi armancên xwe yên pîroz ve girêdayî be.

Herwiha em bi serbilindî daxwaz dikin ku ev name û pêvekên wê bi Encûmena Ewlekariyê re were parvekirin û wekî belgeyek Encûmena Ewlekariyê were belavkirin.”