Televîzyona VRT ya Belçîkayê di weşana Eurovisionê de Îsraîl protesto kir

Televîzyona VRT ya Belçîkayê di weşana Eurovisionê de Îsraîl protesto kir

PeyamaKurd – Televîzyona VRT ya Belçîkayê weşana Pêşbirka Stranê ya Eurovisionê qut kir û peyama binpêkirina mafên mirovan û azadiya çapemeniyê ya Îsraîlê şermezar kir û daxwaza agirbestê kir.

VRT ku bi zimanê flamanî weşana xwe dike, di destpêka nîvfînala duyemîn a Eurovisionê de ku li Malmö ya Swêdê hat lidarxistin, ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên li Xezzeyê, weşana xwe rawestand.

Di peyama kanalê de hat weşandin de wiha hat gotin: "Ev çalakiyeke sendîkayî ye. Em binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Îsraîlê şermezar dikin. Herwiha Îsraîl azadiya çapemeniyê tine dike. Ji ber vê yekê em weşana xwe ji bo demekê rawestînin. Ji niha ve agirbest."