Pûtîn: Balafirên bêmirov mîna mêşan li ser leşkerên me difirin!

Pûtîn: Balafirên bêmirov mîna mêşan li ser leşkerên me difirin!

PeyamaKurd – Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku li Koşka Kremlînê bi fermandarên yekîneyên ku di pevçûnên li Ûkraynayê de xizmetê dikin re hevdîtinek pêk anî, diyar kir ku leşkerên Rûsyayê ji ber balafirên bêmirov ên Ûkraynayê ketine rewşeke zehmet û got, “Balafirên bêmirov mîna mêşan li ser leşkerên me difirin.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Koşka Kremlînê bi fermandarên hêzên ku di pevçûnên li Ukraynayê de cih digirin re hevdîtinek pêk anî.

Di civîna ku Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî lê amade bû, Pûtîn diyar kir ku divê operasyonên li Ukraynayê bi serkeftî derbas bibin û bi vê armancê tevdigerin û got.

“Di warê aborî, warê civakî, xurtkirina malbatan li Rûsyayê, tenduristî û perwerdeyê de erkên me yên girîng hene, ku bingeha hemû serkeftinên me yên ji bo pêşketina welat in. Her derfetek me heye, bê guman her derfet heye ku em bi tevahî van karan bicîh bînin. Lêbelê, tenê şertek heye, ew jî xebata we ya serkeftî ya li qada şer e. Ji îro pê ve, ev hêmana sereke ye."

“Balafirên bêmirov mîna mêşan li ser leşkerên me difirin”

Pûtîn bal kişand ser xeteriya balafirên bêmirov ên ku artêşa Ukraynayê gelek caran di şer de bi kar tîne, li ser leşkerên Rûsyayê çêdike û da zanîn, “Em dizanin ku ev rewş ji bo şervanên me yên ku bi vê rastiyê re rû bi rû ne ku balafirên bêpîlot ên dijmin mîna mêşan li ser serê xwe difirin, çiqas dijwar e. Lê em li dijî vê yekê dixebitin û ez bawer im ku em ê encaman bistînin.”