Serokkomarê Çînê yekem serdana fermî ya Macarîstanê kir

Serokkomarê Çînê yekem serdana fermî ya Macarîstanê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban piştî hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Çînê Şî Jinping a li Bûdapeştê re daxuyaniyek da.

Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban piştî hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Çînê Şî Jinping a li Bûdapeştê re daxuyaniyek da.

Orbani got Macaristan "bawer dike ku Çîn stûna cîhana pirpolar e ku di van salên dawî de teşe digire."

Orban di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di van demên dawîn de cîhan rastî veguhertinên cidî hatiye û nîzama cîhanê bûye pirpolar."

“Niha cîhanek me ya pirpolar heye û stûna vê cîhana pirpolar Komara Gel a Çînê ye. Di siyaset û aboriya cîhanî de rolek pir girîng dilîze."

Orban derbarê têkiliyên her du welatan de jî bi bîr xist ku Macarîstan her tim li gorî prensîba 'Çîn yekane' tevdigere û got, "Têkiliyên Macarîstan-Çîn bi dehan salan şahidî ji dostaniyeke ku nayê qutkirin."