Di nav 2 grûban de pevçûn derket: Kesekî birîndar bû

Di nav 2 grûban de pevçûn derket: Kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Li Amedê li navça Peyasê (Kayapınar) li kolana Peyasê grûbekî avêt ser “Rêxistina Têkoşîna li Hemberê Maddeyên Hişbir” û di nav wan de pevçûn derket. Munaqeşe wergeriya pevçûna bi çekan û kesê bi navê A.G.N. (22) birîndar bû.

Li ser bûyerê tîmên 112an û polîsan çûn ciyê bûyerê. Tîmên 112an birîndar birin nexweşxana Yaşar Gazigil ya Lêkolîn û Perwerdê.

Di dema pevçûnê de hinek gule li camên rêxistinê ketin. Polîs 2 kesan xist binçav. Ji bo girtina kesên tevlî pevçûnê bûn, polîs ket pey wan.