Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê ya doh dest pê kiribû de, îro Yekşemê bi Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkme ya Iraqê Emar Hekîm re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh 27ê Nîsanê ji bo tevlîbûna civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê gihîştibû Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî di vê serdanê de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê berê yê Civata Nûnerên Iraqê û Serokê Tevgera Teqedumê Mihemed Helbûsî re jî civiyabû.

Li gorî zanyariyan Barzanî di hevdîtinên xwe de, danûstandinan li ser tevlîbûna PDKê di hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê, êrîşa li ser Zeviya Kormorê, hilbijartina serokê nû yê Civata Nûnerên Iraqê û çend mijarên di bi aliyên Iraqê re gotûbêj dike.