Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Helbûsî re civiya

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Helbûsî re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokê Partiya Teqedûm Mihemed Helbûsî re rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêrçîrvan Barzanî piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê bi serokê berê yê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedûm Mihemed Helbûsî re jî hevdîtinek pêk anî.

Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de her du aliyan behsa rewşa dawî ya siyasî ya Iraqê kir, hewlên ji bo hilbijartina serokê nû ya parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, danûstandinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan nirxandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Helbûsî 9ê Kanûna 2022yan wekî Serokê Parlamentoya Iraqê hatibû hilbijartin, lê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê 14ê Çileya 2023yan ew ji peywira serokatiya parlamentoyê dûr xistibû.