Li Meletiyê erdhej çêbû

Li Meletiyê erdhej çêbû

PeyamaKurd- Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karasatan (AFAD) ragihand ku îro 28ê Nîsanê li bajarê Meletiyê erdhejeke bi hêza 3.7 rû da.

Li gorî daneyên AFADê navenda erdhejê navçeya Puturge ya Meletiyê bûye û li demjimêr 06:53 di kûrahiya 11.27 km de rû daye.

Piştî erdejê ti ziyanek nehatiye ragihandin.