Wexta li Çiyayê Meretoyê pincarê dida hev, mar pê veda

Wexta li Çiyayê Meretoyê pincarê dida hev, mar pê veda

PeyamaKurd – Li bajarê Natmanê li navça Sasonê li Çiyayê Meretoyê xortê bi navê Bahadır Taş (21) di wexta ku pincarê dida hev, mar pê veda.

Hevalên wî yên li cem wî, rewşê ji 112an ya Rewşa Lezgîn re gihandin. Li ser bûyerê ji fermandariya Diyarbekir ya grûba cendirmeyan helîkopterê şandin Çiyayê Meretoyê.

Helîkoptera leşkerî giha ciyê bûyerê û Bahador Taş ji wê derê birin fermandariya Cendirmeyan ya Batmanê û ji wê derê bi ambûlansa ku amade kiribûn, birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.

Jiyana birîndar di talûkê de nîne û di bin çavdêriya doktoran de ye.