Rêber Ahmed: PKK li Iraqê ne terorîst e

Rêber Ahmed: PKK li Iraqê ne terorîst e

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed di Foruma Slêmanî ya Zanîngeha Amerîka de got, “Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe PKKê wek rêxistineke ‘terorîst’ dibîne, lê belê PKK li Iraq ne rêxistineke terorîst e.”

Li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Zanîngeha Amerîka ve Foruma Silêmaniyê hate li darxistin.

Di foruma ku îro di demjimêr 10:00an de destpê kir û wê sibê bi dawî bibe de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gellek siyasetmedar, akademîsyen û pêşengên civakî beşdar bûnê sibe (18ê Nîsanê) xelas bibe.

Di çarçoveya Foruma Silêmaniyê de dê bi taybetî li ser “Aloziyên li Rojhilata Navîn” bê rawestandin.

Di bernameya îro ya forumê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed  axivî û diyar kir ku li Herêma Kurdistanê kom û rêxistinên terorîst tune ne.

Rêber Ahmed wiha axivî: 

“Ne li Herêma Kurdistanê ne jî li ser sînorên wê ti grûpên terorîst tune ne. Hinek welat ji bo hinek grûpan têgeha ‘teror’ê bi kar tînin û hinek welat di nêrîn û siyaseta xwe de vê gotinê dikin çavkanî.

Em li Iraq û Herêma Kurdistanê ji wan grûpan re nabêjin terorîst.

Li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke bi navê ‘Pirsgirêka Kurd’ û ‘Pirsgirêka Kurdistanê’ heye, lê belê kes ne amade ye ku vê pirsgirêkê çareser bike. Divê em wek gelê Kurdistanê bi wêrekî û dilêrî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Çawa ku rêz li pirsgirêkên miletên din tê girtin divê pirsgirêka gelê Kurdistanê jî were çareserkirin. Beriya 1991 û 2003yan li Iraqê hinek partiyên Îranî yên opozîsyon hebûn. Îranê ji van re digote ‘terorîst.’ Li gorî me jî ev partî, partiyên Kurd ên opozisyon in.

“PKK li Iraqê ne terorîst e”

Tirkiye jî li gorî siyaset û berjewendiyên xwe û civaka navneteweyî ji PKKê re dibêje ‘terorîst’ lê belê ev partî heta îro li Iraqê weke rêxistineke ‘terorîst’ nehatiye naskirin.”