Dana Gas: Hilberîna gazê li Kor Morê ji nû ve dest pê dike

Dana Gas: Hilberîna gazê li Kor Morê ji nû ve dest pê dike

PeyamaKurd – Kompaniya Îmaratî Dana Gas piştî êrîşa ser zeviya gazê ya Kor Mor a li Çemçemal a Silêmaniyê ku 4 xebatkarên Yemenî tê de hatibûn kuştin, karê hilberînê rawestandibû.

Dana Gasê îro 30yê Nîsanê ragihand ku ew li Qada Kor Morê ji nû ve dest bi hilberîna gazê dikin.

Hêjayî gotinê ye, Qada Gazê ya Kor Morê 26ê Nîsanê rastî êrîşeke dron û moşekên katyuşa hatibû û ji bilî ziyana madî 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dabû. Dana Gasê piştî wê bûyerê bi awayekî demkî karê xwe yên li Kor Morê rawestandibû.

Qada Gazê ya Kor Mor beşek zêde ya enerjiya Herêma Kurdistanê dabîn dike ku gelek caran rastî êrîşên milîsên girêdayî Îranê tê.