Sûdanî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya hemû pêkhateyan bê kirin

Sûdanî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya hemû pêkhateyan bê kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şişa Sûdanê ragihand ku divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi tevlîbûna hemû pêkhatan û di çarçoveya lihevkirina siyasî de bê kirin. Serokwezîrê Iraqê îro 30yê Nîsanê bi Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Omer Ehmed re civiya.

Piştî civînê Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê ragihand, Sûdanî di wê civînê de tekez li ser girîngiya birêveçûna hilbijartinên Paramena Kurdistanê kiriye lê di çarçoveya lihevkirina siyasî de û bi tevlîbûna hemû pêkhatan, herwiha xwestiye bingehên dadperwerî û wekheviyê jî tê de bên parastin.

Hate diyarkirin ku Sûdanî û Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê danûstandin li ser amadekariyên dawî yên komisyonê ji bo birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê kirin.

PDKê beşdar nebûna xwe ya hilbijartinan ragihandiû

Hêjayî bibîrxistinê ye, Mekteba Siyasî ya PDKê 18ê Nîsanê ragihandibû, “Em wekî berjewendiya gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî (Dadgeha Federal) û sîstemeke sepandî ji derveyî îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nabe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeke sepandî bên kirin”.

Dadgeha Federal çi biryar dabû?

Dadgeha Federalî ya Îraqê 21ê Sibata 2024an piştî ku 11 caran rûniştina xwe li ser qanûna hilbijartinên Parlamena Kurdistanê paş xist biryar da, ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Perlamena Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar bazinên proseya hilbijartinan bê parvekirin û hejmara kursiyên kotayan ku 11 kursî bûn hate hilweşandin, bi vî rengî hejmara kursiyên Perlamena Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Piştî vê biryarê hemû partî û aliyên siyasî yên her du pêkhatên Xiristiyan û Tirkmenan (ji bilî Eniya Tirkmenî), biryar dan ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlamena Kurdistanê boykot bikin. PDKê jî biryar da heta sererastkirinek neyê kirin beşdarî hilbijartinan nebe.