Serokwezîr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê civiyan: Pêwîst e astengên li pêş hilbijartinê bên çareserkirin

Serokwezîr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê civiyan: Pêwîst e astengên li pêş hilbijartinê bên çareserkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 30yê Nîsanê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hitchen û şanda ligel wî kir. Di civînê de çend mijarên girîng ên bi herdu aliyan û rewşa Iraq û Kurdistanê pêwendîdar hatin gotûbêjkirin.

Hate ragihandin ku mijareke sereke ya danûstandinên civînê girêdayî girîngiya birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû û her du alî li ser pêdivîtiya çareserkirina kêşe û astengên di rêya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û tevlîbûna hemû aliyan di wan hilbijartinan de hevnêrîn bûn.

Mesrûr Barzanî tekez kir, “Em piştevaniya birêveçûna proseya hilbijartinan bi awayekî paqij û şefaf û qanûnî û dadperwerane dikin, ku cihê baweriyê be û di bin çavdêrî û piştevaniya Civaka Navdewletî de bi rê ve biçin û parastina mafên hemû pêkhatên Herêma Kurdistanê garantî bike”.

Herwiha dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û şandina mûçe û mafên darayî û berdewambûna alîkarî û piştevanîkirina Pêşmergeyan jî di civînê hate axaftin.