Rapirsiya hejmara alîgirên Amedsporê hate eşkere kirin...

Rapirsiya hejmara alîgirên Amedsporê hate eşkere kirin...

PeyamaKurd - Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC), rapirsiyek li ser hejmara alîgirên Amedsporê pêk anî û bi sernavê “Alîgiriya Amedsporê” jî rapora wê rapirsiyê weşand.

KSCê di raporê de diyar kir ku li hemû navçeyên Diyarbekirê bi 1500 kesan re rû bi rû hevdîtin hatiye kirin û derketiye holê ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Kurd eleqeyeke mezin ji bo Amedsporê nîşan didin.

Hate gotin ku ji sêyan yekê xelkê Diyarbekirê alîgirên futbolê ne û li seranserê Tirkiyeyê jî ji çaran yekê Kurdan ne alîgirên fubolê ne.

Li gorî encamên rapirsiyê; Ji her 9 Kurdên futbolhez, yek jê wekî tîma duyemîn piştgiriyê dide Amedsporê.

Li Diyarbekirê di navbera alîgirên futbolê de, eleqeya ji bo Amedsporê ji çaran yekê derbas dike ku ev yek populerbûna tîma Amedsporê eşkere dike.

Herwiha bi giştî li Diyarbekirê herî kêm 250 hezar û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî milyonek alîgirên Amedsporê hene.