Amedsporê dîsa çarînek rist: 4-1

Amedsporê dîsa çarînek rist: 4-1

PeyamaKurd - Amedspor meşa xwe ya ber bi şampiyoniyê ve didomîne. Tîma Bakurê Kurdistanê li mala xwe Erzincansporê 4 û 1 têk bir.

Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe vê hefteyê jî alîgirên xwe coşand.

Di leystikê de Erzincanspor bi piyê leystikvanê xwe Kubilay Yilmaz di xuleka 58an de  1 - 0 kete pêş, lê belê piştî vê golê Amedspor bi xwe ve hat.

Di xuleka 60î bi Mert Çapar, 65an Berk Îsmaîl Unsal, 77an Çekdar Orhan û 90+4an de jî bi Velî Çetîn, çar gol avêtin û leyztik 4-1 qediya.

Amedsporê bi vê encamê qalên xwe derxist 68an û cihê xwe yê yekemîniyê parast.

Amedspor dê hefteya pêşiya me li deplasmanê bi Fetiheyesporê re bilîze.

Li hêla din, Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye jî li deplesmanê Îskenderunsporê 3 - 0 têk bir û qalên xwe kir 67.