Amedspor bû şampiyon

Amedspor bû şampiyon

PeyamaKurd - Amedsporê bi serketina Somasporê ya li deplasmanê, di Koma Sor a Lîga 2yemîn de bû şampiyon.

Di maça ku di demjimêr 15:00î de li Somayê destpê kir de, Amedspor di nîveka duyem de bi gola Oktay Aydin kete pêş, maçê 1-0 qezenc kir û şampiyoniya xwe garantî kir.

Piştî temambûna maçê li Amed, Batman û gellek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê gel daketin kolanan û dest bi pîrozkirina şampiyoniyê kirin.

Amedspor, sala bê wê di Lîga Yekemîn a Fûtbolê ya Tirkiyeyê de tekoşîna xwe bidomîne.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de 77 qalan wergirt, hefteyek beriya ku lîg temam bibe şampiyoniya xwe garantî kir.

Amedspor di maça xwe ya dawî ya lîgê de wê li mala xwe, li Amedê bi Menemen Belediyesporê re were hemberî hev.