Li Hewlêrê bajarekî werzişê tê avakirin

Li Hewlêrê bajarekî werzişê tê avakirin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Werzişê li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serdar Îsmaîl, îro 8ê Çileyê ragihand ku li Hewlêrê wê bajarekî werzişê bê avakirin.

Serdar Îsmaîl got, wan kariye di nav salekê rde, çend karên girîng yên wekî; di warê birêxistinkirin û pilebendkirina yaneyên werzişê de û dabînkirina mafên darayî ji bo hejmareke yaneyên werzişê û zêdekirina sê pişkên girîng kiriye.

Îsmaîl eşkere kir, “Projeya avakirina bajarekî werzişê li Hewlêrê heye û razîbûna destpêkê jî wergirtiye. Ew proje plana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê ji ber rewşa darayî ew proje rawestiyaye”.

Rêveberê Giştî yê Werzişê  bi bîr xist, “Heker qanûna budçeyê bê edilandin û budçeya me bê şandin, ev proje dê bê bicihanîn”.

Serdar Îsmaîl li ser hejmara tîmên werzişê jî got, “Li pey qanûnê, divê yaneyan hejmareke taybet hebin, ji bo danîna wan dahat û destkeftiyên ku hene, yan jî her sal her tiştek hebe ji bilêta balafirê be yan firotina bilêtan, sponsor, cîgirên yarîzanan jî digirin, ev hemî wekî dahat têne hejmartin. Li pey qanûnê, divê li ser hejmara bankê bên zêdekirin ji bo ku xerciyên wan ên bên diyar bibin”.