Dibe ku Helbûsî jî wekî Sedr ji proseya siyasî ya Iraqê vekişe

Dibe ku Helbûsî jî wekî Sedr ji proseya siyasî ya Iraqê vekişe

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Partiya Teqedûm a Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Mihmed Helbûsî jî wekî Tevgera Sedr amadekariya vekişîna ji proseya siyasî ya Iraqê dike.

Li gorî nûçeya Şarqul Ewsetê ku dispêre çavkaniyeke nêzî Mihemed Helbûsî, Partiya Teqedûm vekişîna ji proseya siyasî ya Iraqê jî di nav de 4 bijardeyan dinirxîne.

Çavkaniyê piştrast kiriye ku partiya Helbûsî 4 bijarde danîne ber xwe û ew jî; hilawistina xebatên li parlamentoyê, vekişîna ji nav hikûmetê, vekişîna ji nav Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê yan jî bi temamî vekişîna ji proseya siyasî ya Iraqê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêberê Tevgera Sedr Muqteda es-Sedr tevî ku di hilbijartinan de partiya yekem derketibû jî du sal berê vekişîna partî û parlamenterên xwe ji proseya siyasî ya Iraqê ragihandibû.

Mihemed Helbûsî ji aliyê Dadgeha Federal ve bi hinceta gendeliyê ji seroktiya parlamentoyê hatibû vekişandin û hîn jî serokê parlamentoyê nehatiye hilbijartin ku mafê sûneyên Iraqê bû.