BOTAŞ û ExxonMobil peymana bazirganiya LNGê îmze kirin

BOTAŞ û ExxonMobil peymana bazirganiya LNGê îmze kirin

PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku di navbera şîrketa BOTAŞê û ExxonMobilê de, di babeta xaza ku kirine av an ku LNG de, peymana bazirganiyê îmze kirine. Bayraktar got ku wê ev peyman destekê bide ewlehiya xazê ya erza di bazara Tirkiyê de. Bayraktar di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de weha got:

“Amerîka welatekî girînge ku Tirkiye di amadekirina  LNGê de xizmetê dide. Ji bo çend têkiliyan em hatin Washingtonê û li vê derê me di navbera BOTAŞê û ExxonMobilê di derbarê bazirganiya LNGê de peymanekî îmze kir.

Ji bo wextekî dirêj vê pêngava me girînge. Di mijara wergerandina LNGê de em di nav çend welatên pêşde ne. Em ê dewam bikin enerjiyê bidin herêmê û hem welatê xwe.”