Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di rêya telefonê de bi Îsmaîl Haniye re axifî

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di rêya telefonê de bi Îsmaîl Haniye re axifî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani, di rêya telefonê de bi serokê buroya siyasî ya Hamasê İsmail Haniye re axifî û got ku biryara agirbesê biryarekî bi ‘berpirsiyariye’ ku Hamasê daye. Sudanî biryara agirbesê bilind nirxand û got ku biryar berjewendiyên xelkê Fîlîstînê daye ber çav û hatiye sitendin.

Sûdanî desteka xwe da agirbesê û hêvî kir ku êşa xelkê Fîlîstînê bi agirbesê sivik bike. Hem bang li civaka navdewletî kir ku destekê bidin agirbesê û şerê li Xeezayê rawestînin.