Li Şingalê goreke din a komî hate dîtin

Li Şingalê goreke din a komî hate dîtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 19ê Nîsanê karkerên ku xebata rê li Çiyayê Şingalê dikirin goreke komî ya qurbaniyên êrîşa terorîstên DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an dîtin.

Li gorî zanyariyan, îro li Komelgeha Sîba Şêx Xidir a li başûrê çiyayê Şengalê ku rêya wê tê çêkirin, karkeran goreke komî dîtine, lê heta niha nayê zanîn bê çend kes di wê gorê de hatine veşartin.

Bi vê gora komî ya dawî hatiye dîtin re, hejmara gorên komî yên êrîşa DAIŞê li Şingalê gihîşt 93yan. Heta niha tenê 55 gorên komî hatine vekirin, ku 38 gor jî hîn nehatine vekirin.