Kesê li Qudsê hêrişî polêsê Îsraîlê kir û hate kuştin Erebê Urfayê ye

Kesê li Qudsê hêrişî polêsê Îsraîlê kir û hate kuştin Erebê Urfayê ye

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku kesê li bajarê Qudsê hêrişî polêsê Îsraîlê kiribû û di encamê de hatibû kuştin, Erebê parêzgeha Urfayê ya bakurê Kurdistanê yê bi navê Hasan Saklanan e.

Saklananê ku li Urfayê ji dayik bûye û paşê çûye Filistînê, di di 30yê Avrêlê de, li Qudsê, bi kêrê hêrişî polêsê Îsraîlê kiribû û di encamê de ji aliyê polêsan ve hatibû kuştin.

Di hêrişa Hasan Saklanan de polêsekî Îsraîlê jî, ji serê xwe birîndar bûbû.

Polêsê Îsraîlê di derbarê bûyerê de ragihand ku “Li herêma bajarê kevn a li Deriyê es-Sehire (Herod) di demjimêr 12:30î de, kesekî hewl da bi kêrê hêrişî polês bike. Polêsan gule berdanê û ew kes bêbandor kir. Li ser hêrişkar kêrek hebû. Hêrîşkar welatiyekî Tirk bû.”

Her çiqasî Îsraîlê Hasan Saklanan weke welatiyekî Tirk ragihand jî, derkete holê ku Hasan Saklanan Erebekî ji Urfayê ye.

Her wiha hate ragihandin ku Hasan Saklanan, li gel komeke geştyariyê ya Diyaneta Tirkiyeyê çûye Urdinê û 29ê Avrêlê, bi koma geştyariyê re ji Urdinê derbasî Îsraîlê bûye.