Parêzgarê Hewlêrê li Diyarbakirê serdana partiyên siyasî kir
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêr Omêd Xoşnaw û şanda bazirganî ya ligel wî ku du roj berê beşdarê Pêşengeha Çandinî û Ajalvaniyê ya Mezopotamyayê bû, serdanên xwe yên li Diyarbekirê berdewam dike.
Omêd Xoşnaw doh 1ê Gulanê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kiribû û Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo hilbijartina wan pîroz kiribû.
Xoşnaw hevdem serdana Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) li Diyarbekirê kir û ligel Serokê PSKê Bayram Bozyel civiya.
Parêzgarê Hewlêrê îro 2yê Gulanê serdana rêxistinên bajêr ên AK Partî û DEM Partiyê yên li Diyarbekirê kir û bi wan sohbet kir.
Herwiha Xoşnav, serdana ofîsa Partiya Welatparêzên Kurd (PWK) jî kir û bi Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk re hate ba hev.
Xoşnav di van serdanên xwe de daxwaza pêşxistina pêwendiyan û geşkirina têkiliyên civakî û aborî anî ziman.