Koçberên Şingalê 7 daxwaz pêşkeşî NY û aliyên pêwendîdar kir

Koçberên Şingalê 7 daxwaz pêşkeşî NY û aliyên pêwendîdar kir

PeyamaKurd – Koçberên Şingalê li ber nûnerîtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Bexdayê daxuyaniyek dan çapemeniyê ku tê de kiryarên dijî koçberên Şingalê şermezar kirin û 7 daxwazên xwe pêşkeşî NY, Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû rêkxistinên mafên mirovan ên li Iraqê kirin.

Di daxuyaniya koçberên Şingalê ya li ber nûnertiya NY hate xwendin de hate gotin: “Ev nêzî 10 salan e em li nav kempên Herêma Kurdistanê aware ne, di rewşeke gelek nexweş de û eger piştevanî û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê neba, em dê di rewşeke nexweştir de ban. Mixabin me wekî welatiyên Îraqê çi piştevanî yan alîkariyek ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve wernegirtiye, tevî ku wekî erkekî destûrî û exlaqî li ser Hikûmeta Îraqê hat sepandin jî ku ji hemî aliyan ve piştevaniya me bike û barê jiyanê yê giran li ser milên me sivik bike”.

Hate diyarikirn, “Mixabin tiştê ku em îro li Îraqê dibînin berevajiya wê ye, ji ber ku em biryar û givaştinên Wezareta Koç û Koçbneran dibînin, xasma Wezîrê Koç û Koçbneran Îvan Fayeq ji bo ku givaştinê bixe ser awareyan û bi pereyekî bêbiha me razî bike ku em vebigerin deverên xwe, bê çi jêrxaneyek û destpêkîtirîn pêdivîtiyên jiyanê ji aliyê ewlehî û xizmetkariyê ve”.

Di daxuyaniyê de tevî 7 daxwazan wiha hate gotin:

“Ev nêzî 10 salan e ku em li vê derê ne, me ne bi dilê xwe ev jiyana bizehmet hilbijartiye, belkî rewşê em neçar kirine, lewma jî me şert ji bo vegeriyana ser mal û deverên xwe hene ku pêdivî ye Hikûmeta Îraqê bi cih bîne. Şertên me jî ev in:

1.    Em daxwaza bicihanîna lihevkirina Şingalê dikin.

2.    Qerebûkirina xelkê Şingalê li beranberî wan zirarên zêde yên ku di dema êrîşa teroristî ya DAIŞê bo ser bajarê wan de gehiştine wan.

3.    Avedankirina bajarê Şingalê û gundên girêdayî wê, herwesa komelgeha Qehtaniyeyê û wan gundên niha bi bajarkê Beacê re hatine girêdan.

4.    Dabînkirina xizmetkariyên destpêkî ji bo deverê.

5.    Dûrxistina Wezîrê Koç û Koçberan ji ser erkê wî, ji ber serederiya wî ya xirab bi doza awareyên Şingalê re.

6.    Em daxwazê dikin ya ku li Şingalê bi serê gelê me hatiye bibe belgefilm û wekî jenosîd bê piştrastkirin.

7.    Em dixwazin milîşya û komên çekdar ên neqanûnî ji Şingalê derbikevin.”