Li bajarê Wanê “Enstituya Ahmedê Xanî” vekirin

Li bajarê Wanê “Enstituya Ahmedê Xanî” vekirin

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê Enstitu ya Ahmedê Xanî vekirin. Piştî civîna danasîna Enstitu ya Ahmedê Xanî ya li Navenda Oda sanayî û Bazirganiyê, vekirina enstituyê li Navenda Kar ya Nedim Odabaşı hat kirin.

Koordînator Necdet Takva ragihand ku li ser navê bajêr girînge ku Enstitu hatiye damezrandin. Wê Enstitu kesên li ser zimanê Kurdî û dîroka Kurdî lêkolînan bikin, wê berhemên wan bîne cem hev û wê Enstitu bibe ciyê seredana lêkolînên li seranserê dinyayê. Necdet Takva weha got:

“Ahmedê Xanî 350 sal berê xwestiye dinyayê fêm bike, şopa lingê wî li Wanê heye û me ciyê koordinasyona wê vekir. Em ê bi vê xebata xwe berhemên li ser ziman û wêjeya Kurdî yên nivîskaran bînin cem hev. Wê di asta dinayê de bibe ciyê seredana gelek lêkolîneran û lewra me enstituyê ava kir. Xebatên me wê ne di bin siyas ti kesekî de be, wê di bin serperewştiya Ahmedê Xanî de be û em ê xizmeta danasîna çanda Kurd bikin. Ji bo keda herkesî sipas dikim.”

Koordînatorê Navendê yê Enstituyê Mahir Taha jî got:

“Îro ji bo me rojeka girînge. Em sipasyia herkesî dikin ku îro me bi tenê nehiştin. Em derketin rê û me destê xwe xist bin kevir.”