Ji bo Şaredariya Diyarbekir-Sûrê mufetîş hat tayînkirin: Lêpirsîn hat vekirin

Ji bo Şaredariya Diyarbekir-Sûrê mufetîş hat tayînkirin: Lêpirsîn hat vekirin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku ji bo Şaredariya Sûrê mufetîş hat tayînkirin.

Piştî ku vîdeoya derbarê yekemîn ketina şaredariyê ya ku Partiya DEMê bi dest xistibû li ser medyaya civakî hat belavkirin, Yerlikaya li ser mijarê bi rêya Xê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

"Di derbarê gotinên heqaretê yên rêveberên DEMê yên li ser wêneyên damezrînerê Komara me Gazî Mustafa Kemal Ataturk û Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan ên li meqamê, piştî belgeya hilbijartinê ya Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê hatin kirin, Mufetişê Sivîl hat tayînkirin."

Daxuyaniya Wezîr Tunç: Lêpirsîn hat vekirin

Ji aliyê din ve Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek da, ragihand ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tunç ev îfade bi kar anîn:

"Ji ber gotinên heqaretê yên rêveberên DEM'ê yên li avahiya Şaredariya Sûrê ya Amedê li damezrînerê Komara me Gazî Mustafa Kemal Ataturk û Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan kirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Her însiyatîfa neyînî ya ku yekîtî û hevgirtina welatê me dike hedef û hewl dide hawîrdora aştiyane têk bibe, wê ti carî destûr neyê dayîn."

Li şaredariyên Bajarê Mezin ên Mêrdîn û Diyarbekirê jî mufetîş hatin wezîfedarkirin.

Yerlikaya ragihandibû ku ji bo lêkolînkirina îdiayên di vekirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de "Sirûda Neteweyî nehat gotin" û di vekirina Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de jî "ala Tirk hat rakirin" mufetîşên sivîl wezîfedar kirine.

Partiya DEM: Xebatên pûç

Berdevka DEMê Ayşegul Dogan jî got, "Em tewsiye dikin ku çavkaniyên gel ji bo hewldanên pûç xerc nekin."

Dogan got, “Em dizanin ku tevî daxuyaniyên Hevşaredarên me yên Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Mêrdînê, kesên ku bi dil û can ji van îdîayên bêbingeh bawer dikin hene. Em pêşniyar dikin ku hûn çavkaniyên gelemperî li ser hewildanên pûç winda nekin. Gelo hûn ê heman çavkaniyan/derfetan seferber bikin ji bo vekolîna gendeliya pêbawer û deynên ku wî li pey xwe hiştine?"