Fîdan: Erdogan di serdana Hewlêrê de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da

Fîdan: Erdogan di serdana Hewlêrê de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di civîneke rojnamevanî ya hevpar a bi Wezîrê Derve yê Newzelandê de, derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Herêma Kurdistanê de jî daxuyanî dan.

Hakan Fîdan diyar kird, “Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di serdana me ya Hewlêrê de piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, “Dostanî û cîrantiya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê gelek giring e”.

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ligel şandeke bilind 22yê Nîsanê piştî Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin. Herwiha Erdogan ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve jî hatibû qebûlkirin.