Li Geverê di karê qaçaxiya mirovan de 12 gumanbar hatin binçavkirin

Li Geverê di karê qaçaxiya mirovan de 12 gumanbar hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariya li navça Geverê bi gumana ku 12 kes karê qaçax yê koçberan dikin, 12 gumanbar ji terefê tîmên cendirmeyan de hatin binçavkirin. Hat gotin ku di operasyonan de pere, çek û alavên tibî xistine dest.

Parêzgeha Hakkariya ragihand ku ji berê de adresên alaya cendirmeyan tesbît kiribû, di heman wextê de avêt ser wan adresan û operasyon kir. Di operasyonan de 8.880 avro, 16.990 dolar, 22.400 lira, kleşînkofekî AK-47 û jarjûra wê û 59.199 derman hatine girtin.

Sitendina îfadên gumanbaran li baregeha cendirmeyan dewam dike.