Xavi dest ji rahêneriya Barcelonayê berdide

Xavi dest ji rahêneriya Barcelonayê berdide

PeyamaKurd - Rahênerê Barcelonayê Xavi Hernandez ragihand ku ew ê di dawiya sezonê de dev ji karê xwe yê rahêneriya Barcelonayê berde.

Hernandezê ku yek ji efsaneyên Barcelonayê ye, ji Mijdara 2021an vir ve rahêneriya tîmê dike. Klûba bi rêvebiriya Xavi, ku di sezona 2022-23yan de bi tîma Katalonî re şampiyoniya La Lîgayê bii dest xist, di pêşbirka lûtkeya La Lîgayê ya roja şemiyê de li hember Villarrealê 5-3 têk çû,birîndar bû û 10 xal ji Real Madridê dûr ket.

Di La Ligayê de Real Madrîd bi 55 xalan yekemîne, Girona bi 53 xalan dûyemîn e û Barcelona jî bi 45 xalan sêyemîn e.

Xavi diyar kir ku ew her tim li berjewendiyên Barcelonayê difikire û got, "Ji bo hezkiriyên Barcelonayê serbilind bikim ez ê xebata xwe bidomînim."

Xaviyê ku wê di 30ê Pûşperê de bi fermî dev ji peywira xwe berde, tevî ku salek ji peymana wî re maye jî, diyar kir ku wî ev biryar piştî hevdîtinên bi Serokê Barcelonayê Joan Laporta, Cîgirê Serok Rafa Yuste û Dîrektorê Sporê Deco re daye.

Ji ber şibandina tekoşîna neteweyî ya gelê Kurdistan û gelê Katalonyayê, pêwendiya navbera herdû gelan xurt e. Ji ber vê yekê Barcelona, di nav Kurdan de tîma ku herî pir tê hezkirin e.