Beriya maça krîtîk ji Amedsporê re qedexe hat!

Beriya maça krîtîk ji Amedsporê re qedexe hat!
PeyamaKurd – Beriya maça Beşîktaşê ji bo Amedspora ku di Lîga Super a Jinan de têdikoşe, qedexeya deplasmanê hat ragihandin.

Amedspora ku di Lîga Super a Jinan de têdikoşe roja yekşemê li Stenbolê wê bibe mêvanê Beşîktaşê. Beriya maça krîtîk, Lijneya Ewlehiya Sporê ya Parêzgeha Stenbolê biryarek bi nakok da.

Piştî tîma futbolê ya mêran, Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê jî ji alîgiran re hat qedexekirin.