34. Kûpaya Neteweyên Afrîkayê destpê dike

34. Kûpaya Neteweyên Afrîkayê destpê dike

PeyamaKurd – Di Kûpaya Neteweyên Afrîkayê ya 34emîn de wê heyecana sibe bi pêşbirka Perava Fîl û Gîne Bîsau destpê bike.

Di tûrnûvayê de Misir herî zêde bû şampiyon, herî dawî Senegal kûpa qezenc kir.

Piştî sala 1984an, Perava Fîlan wê cara duyemîn mêvandariya tûrnûvayê bike.

Di tûrnûvayê de 24 tîm wê di 6 koman de bên hemberî hev. Komên serketî û rêzdar û 4 welatên sêyem ên herî baş di 6 koman de wê derkevin qonaxa 16an. Organîzasyon wê li 5 bajaran li 6 stadyuman bê lîstin.

Di pêşbirka vekirinê ya Kupaya Neteweyên Afrîkayê da, mazûvan Peravên Îvorî û Gîne Bîssau di saet 23.00an da tên hemberî hev.

Di Kûpaya Neteweyên Afrîkayê de welatê herî serkeftî Misir bû. Misir 7 caran bû şampiyon, Kamerûn 5 caran, Gana 4 caran, Nîjerya 3 caran, Cezayîr, Peravên Îvory û Komara Demokratîk a Kongo her yek 2 caran û Senegal, Zambya, Tûnis, Sûdan, Etiyopya, Fas, Afrîkaya Başûr û Komara Demokratîk a Kongoyê jî carekê bûn şampiyon.

Di kûpaya dawî ya ku di sala 2022an de li Kamerûnê hat lidarxistin de, di fînalê de Senegal û Misir hatin hemberî hev. Senegalê di penaltiyan de 4-2 ji hevrikê xwe biribû kûpayê.