Serok Barzanî: Divê xwişk û birayên me yên Êzîdî bi azadî vegerin ser mal û warê xwe

Serok Barzanî: Divê xwişk û birayên me yên Êzîdî bi azadî vegerin ser mal û warê xwe

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta hatina cejna Çarşema Sor peyameke pîrozbayî parve kir.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Êzîdî beşeke resen a gelê Kurdistanê ne û ev tişt anî ziman:

“Bi minasebeta hatina Cejna Çarşema Sor ji hemû birayên me yên Êzîdî yên li Kurdistan û cîhanê re pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikim. Xwişk û birayên me yên Êzîdî beşeke rasteqîn a gelê Kurdistanê ne û em hemû di şahî, serkeftin û êşên hevbeş de ne. Divê xwişk û birayên me yên Êzîdî bi azadî vegerin ser mal û warê xwe. Kurdistan welatekî azad e ku her kes bi hev re dijî û divê ev çanda dewlemend bê parastin. Hêvî dikim ku hemû cejn û çalakiyên we di nava aramî û bexteweriyê de derbas bibin û di xweşî û sihetê de bimînin.”

Çarşema Sor her sal roja Çarşema sêyemîn a meha Nîsanê tê pîrozkirin.