DYAyê li ser êrîşa ‘Kor Morê' daxuyanî da

DYAyê li ser êrîşa ‘Kor Morê' daxuyanî da

PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel êrîşa li ser qada gazê ya Kor Mor weke êrîşeke rasterast li ser serweriya Iraqê bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel îro Duşemê di civîneke çapemeniyê de li ser êrîşa roja borî ya li ser qada gazê ya Kor Morê li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê axivî.

"Êrîşên bi vî rengî yên li dijî binesaziya sivîl êrîşeke rasterast e li ser serweriya Iraqê," Patel got, û bi bîr xist ku welatê wî êrîşa navborî şermezar kir.

Qada gaza Kor Mor a Silêmaniyê di 27ê Nîsana 2024an de bû hedefa balafirên bêmirov.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, di tesîsê de 4 xebatkarên Yemenê jiyana xwe ji dest dane û ziyana madî jî pêk hatiye. 2 kes jî birîndar bûn.