Serok Barzanî: Armanca Dadgeha Federal şikandina PDKê ye

Serok Barzanî: Armanca Dadgeha Federal şikandina PDKê ye

PeyamaKurd - Serok Barzanî îro 27ê Adarê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Stephen Hitchen û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî piştî hevdîtinê ragihand, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bihev guhertin û Serok Barzanî di derheqê hilbijartinan de got: “Her ji sala 1991ê ve PDK pêşenga birêveçûna hilbijartinan û veguhastina rewatiya şoreşgêrî bo rewatiya destûrî bûye û her car jî di hilbijartinan de bûye serkeftiya yekê. Ev du sal in ku hilbijartin bi behaneyên cuda cuda yên siyasî û paldanên derve tên paşxistin, niha jî, bi biryara siyasî ya Dadgeha Federalî û li dû ajandeya derve destkarî di qanûna hilbijartinan de hatiye kirin, ji nû dibêjin bila hilbijartin bên kirin”.

Armanca biryarên Dadgeha Federal şikandina PDKê ye

Serok Barzanî tekez jî kir, “Em dixwazin hilbijartin bên kirin lê bê destwerdanên derve û biryarên siyasî yên metirsîdar ên Dadgeha Federalî ku armanc jê şikandina PDKê ye”.

‘Em hilbijartinên destûrî, qanûnî û zelal dixwazin’

Serok Barzanî eşkere kir, “Em naçin bin barê biryarên nedestûrî yên Dadgeha Federalî ku tê de xwe danaye cihê desthilata qanûndanan û bicihanînê.. Têbînî û daxwaziyên PDKê qanûnî û di çarçoveya destûrî de û pêxemetî hilbijartinên rast û rewa û zelal in”.

Serok Barzanî di pareke din a gotinên xwe de bal kêşa ser siyaseta birsîkirinê û birîna budceya xelkê Herêma Kurdistanê û tekez kir ku nabe serederiyeke siyasî ji bo lawazkirin û şkandina îradeya gelê Kurdistanê bi budce û qûtê xelkê Kurdistanê re bê kirin. Serok barzanî pêdivî jî zanî ku çareseriyeke yekalîker ji bo mijara budceya Herêma Kurdistanê bê dîtin.

Herêma Kurdistanê bi xwîna gelê Kurdistanxê çêbûye

Serok Barzanî ji şanda mêvan re got: “Em bi rewatiya doza gelê xwe piştgerm in û Herêma Kurdistanê bi xwîn û rondikên gelê Kurdistanê çêbûye, ne ku bi biryareke derveyî îradeya gelê Kurdistanê”.

Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen jî tekez kir ku welatê wî her ji destpêka salên 1990an heta niha bi giringî ve temaşeyî Herêma Kurdistanê kiriye û piştevana wê bûye û Herêma Kurdistanê bi awayekî seqamgir û bihêz dixwaze.

Balyozê Brîtanyayê jî got: “Rola PDKê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de girîng e û proseya siyasî û hilbijartin li Herêma Kurdistanê bê rola PDKê proseyeke kamlan nabe û em dixwazin hûn ji bo çarekirina arîşeyan alîkar bin”.

Stephen Hitchen da zanîn, “Em nîgeraniya we fêm dikin û lewma jî em li vê derê ne ku em bizanin çawa tevlî wê yekê bibin û ji bo çareseriya arîşeyan û birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û paqij û bêkêşe alîkar bin”.