Dewleta Îmaratê (BAE) bertekekî tund nîşanî êrîşa ser seha Kor Morê da

Dewleta Îmaratê (BAE) bertekekî tund nîşanî êrîşa ser seha Kor Morê da

PeyamaKurd – Dewlat Îmaratê peyamekî belav kir û di peyama xwe da bertekekî tund nîşanî êrîişa ser seha xazê ya Kor Morê ku dikeve ser navça Çemçemal a Silêmaniya Herêma Kurdistanê da. Îmarat ragihand ku desteka wan di mijara têkoşîna li hemberê terora ku li Iraqê dibe, tam e.

Wezareta karên derve ya Îmaratan got ku ew êrîşa terorê ya ku bi kuştina 4 kesan encam daye ya seha Kor Morê ku bi dronê kiribûn, bi tundî şermezar dike. Îmarat di daxwuyaniyê de weha got:

“Îmarat li welatê Iraqê terora ku dixwaze ewlehiyê û îstîqrarê ji ortê rake, bi tundî şermezar dike û li hember e. Êrîş, îhlala hûqûqa navdewletiye. Em amade ne bi birayên xwe yên Iraqî re ji bo parastina ewlehî, desthilat û îstîqrarê ji bo tedbîran bi koordîne hevkariyê bikin.”

Wezareta karên derve ya Îmaratan her weha ji bo 4 malbatên Yemenî ku di êrîşê de mirovên wan can dane sersaxiyê xwest.

Duhî an ku di 26ê Nîsanê de li bajarê Silêmaniyê li seha Kor morê bi dronê êrîşî ser seha xazê kiribûn û di encamê de 4 xebatkarên Yemenî can dabûn, 2 kes jî birîndar bûbûn.

Li ser êrîşa seha Kor Morê, misyona Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê UNAMI, di ser hesabê xwe yê Xê de daxwuyanî da û got:

“Em êrîşa li ser seha Kor Morê ku hilberîna elektrîkê ji bo xelkê dike, şermezar dikin. Ji bo malbatên candayiyan sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em gelek dilxweşin ku êrîşkeran tesbît bikin, lêpirsîna wan bikin û wan teslîmî edaletê bikin.”

Qeyemqamê navça Çemçemalê Ramik Remezan di mijarê de weha ragihand:

“Heyeta Herêma Kurdistanê îro hat Silêmaniyê lê heyeta Bexdayê hêj nehatiye. Em bende ne ku ew jî îro seredana seha Kor Morê bikin.”