Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çarşema Sor bi peyamekê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çarşema Sor bi peyamekê pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina Cejna Çarşema Sor sala nû ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, bi vê helkeftê em piştevaniya xwe bo maf û daxwazên rewa yên hemû welatiyên xwe yên Êzîdî dûpat dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina cejna Çarşema Sor peyameke pîrozbayî belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de Cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê pîroz kir û hêvî xwest ku ev cejn bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî got, bi vê minasebetê em piştevaniya xwe û saziyên Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwazên rewa yên hemû welatiyên me yên Êzîdî dûpat dikin û careke din dilniya dikin ku karê ofîsa me ji bo rizgarkirina Êzîdiyan heta dawiyê bidomînin."

Çarşema Sor her sal roja Çarşema sêyemîn a meha Nîsanê tê pîrozkirin.

Êzîdî di cejnê de serdana cihên pîroz, goristan û îbadetxaneyan dikin. Mirov piştî pîrozbahiyên girseyî serdana malbatê dikin. Li gorî kevneşopiyên Êzîdiyan merasîmên zewacê di meha Nîsanê de nayên lidarxistin.