Rêveberiya Rojava 50 jin û zarokên DAIŞiyan radestî Tacikistanê kir

Rêveberiya Rojava 50 jin û zarokên DAIŞiyan radestî Tacikistanê kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 50 jin û zarokên DAIŞiyên Tacik radestî Tacikistanê kiriye.

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava, li ser hesabê xwe yê fermî ragihand ku 17 ji wan jin û 33 ji wan jî zarok in.

Li gorî daxuyaniyê, ew 50 kes bi ser Kuweytê ve radestî şandeya peywirdar a Tacikistanê hatine kirin.

Tacikistanê di Gulana 2023yan de 104 welatiyên xwe ku 31 jin û 73 zarok bûn û di 2022yan de jî 46 jin û zarokên welatiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vegerandibûn

Li Rojavayê Kurdistanê li kampên Hol û Rojê niha jî bi hezaran malbatên DAIŞiyan yên ji 60 welatên cuda hene.

Rêveberiya Xweser ji hikûmetên wan welatan dixwaze ku welatiyên xwe werbigirin.