Parêzgarê Neynewayê: DYA gringiyeke mezin dide jinûve avakirina Şengalê

Parêzgarê Neynewayê: DYA gringiyeke mezin dide jinûve avakirina Şengalê

PeyamaKurd - Parezgarê Neynewayê Abdulqadir Dexil piştî serdana xwe ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) got ku DYA gringiyeke mezin dide jinûve avakirina Şengalê.

Parêzgarê Neynewayê piştî serdana xwe ya DYAyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Dexîl diyar kir ku di serdana xwe ya DYAyê de, li gel şandeya pê re ew bi rayedarên DYAyê re li ser jinûve avakirina Şengalê gotûbêjan kirine û destnîşan kir ku Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya DYAyê (USAID) gringiyeke mezin daye jinûveavakirina Şengalê û vegera penaberên Şengalî.

Parêzgarê Neynewayê da zanîn ku wan ligel berpirsên Amerîkî mijara çêkirina firokexaneya navneteweyî ya Mûsilê jî gotûbêj kiriye û got: "Kompaniyên DYAyî, ji sedî 30yê çêkirina firokexaneya Mûsilê girtin ser xwe."

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, li ser vexwendina fermî ya Serokê DYAyê Joe Biden, di 13ê Avrêlê de ligel şandeke ku di nav de parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl jî hebû çûbû DYAyê.