Nêçîrvan Barzanî: “Êrîşker hûzûr û aramiya herêmê dixin talûkê”

Nêçîrvan Barzanî: “Êrîşker hûzûr û aramiya herêmê dixin talûkê”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa bi dronê ya ser seha Kor Morê ya li navça Çemçemalê ya bi ser bajarê Silêmaniyê daxwuyanî da û got ku êrîşker hûzûr û aramiya herêmê dixin talûkê û bang li hukumeta Bexdayê kir û got pêwiste hukumeta Iraqê wezîfa dikeve terefê wê bicîh bîne.

Îro seet di 18.45an de li seha Kor Morê ya xazê li navça Çemçemalê bir dronan êrîşê sehayê kiribûn û 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û di sehayê de xesara maddî çêbû bû.

Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerê daxwuyanî da, êrîşê bi tundî şermezar kir û ji bo malbatên candayiyan sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê xwest.

Piştî êrîşê elektrîka deverê qut bû û bû sedema kêmasiya hilberîna xazê û xebata tesîsê rawestiya. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weha dewam kir:

“Ez car din dibêjim ev êrîş hûzûr û aramiya herêmê dixin talûkê. Bila dezgeyên pêwendîdar yên hukumeta federal ber li êrîşan bigre, kî dibe bila bibe, bila kesên kiryarê kirine bigrin, wan derxin ber edaletê, cezayê wan bidin wan û ev karê Bexdayê ye.”

Ew kesên ku êrîşê seha xazê ya Kor Morê dikin, di pey bûyerê de diçin nav axa Iraqê û hêzên asayîşa Kurdistanê nikarin di derveyê sînorên xwe de mudaxele bi wan kesan bikin.