Nêçîrvan Barzanî: Di navbera Hewlêr û Tehranê de qonaxeke nû destpê kir

Nêçîrvan Barzanî: Di navbera Hewlêr û Tehranê de qonaxeke nû destpê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinên xwe yên bi rayedarên payebilind ên Îranê re li Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xist. Nêçîrvan Barzanî got, "Em di pêwendiyên xwe yên bi Îranê re derbasî qonaxeke nû bûn."

 Nêçîrvan Barzanî li Tehranê  ragihand ku ew ji aliyê Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine pêşwazîkirin û hevdîtinên wî yên li gel van serkirdeyan pir baş derbaz bûne.

Nêçîrvan Barzanî got: “Pêwendiyên Herêma Kurdistan û  Îranê pir gring in, dîrokî ne û gelek xalên me yên hevbeş hene ku me bi hev ve girêdidin. Ez şanaz bûm ku bi Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî. Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgiriya diyaloga Herêma Kurdistan û Iraqê dikin. Di serdana me ya Îranê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî me vîneke pir cidî dît. Herêma Kurdistanê dixwaze bi Îranê re xwedî pêwendiyên baş be. 

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di pêwendiyên xwe yên bi Îranê re em ketine qonaxeke nû û divê em ji nêzîk ve çavdêriya van pêwendiyan bikin û ew biparêzin. Herêma Kurdistanê dixwaze hêmana aramî û ewlehiyê ya herêmê be. Siyaseta Herêma Kurdistanê ya neguherbar ev e û em ê vê siyasetê bidomînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser pirsekê da zanîn ku wan di civînên xwe yên li Tehranê de qala hilbijartinên Parlamena Kurdistanê nekiriye.