Mesrûr Barzanî ji bo Helebceyê ferman da: Masterplana bajêr tê çêkirin

Mesrûr Barzanî ji bo Helebceyê ferman da: Masterplana bajêr tê çêkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, fermana terxankirina pereyên pêwîst ji bo masterplana Helebceyê da.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî eşkere kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermana terxankirina pereyên pêwîst ji bo masterplana Helebce daye.

Ewnî got, “Bicihkirina masterplana Helebceyê dê bibe sedema vejandin û geşepêdana Helebceyê di hemû aliyan de û dê bibe bingeha jêrxana bajêr. Ev proje, projeyek berfireh e û hemû beşên girîng ên bajêr di nava xwe de dihewîne û di pêşerojê de Helebce dê qonaxeke nû û pêşketî bibîne.”

Sasan Ewnî diyar kir: “Di projeya masterplanê de, rêgezên berfirehkirina bajar, destnîşankirina navçeya pîşesaziyê, niştecîbûnê, çandinî, geştiyarî, bazirganî, xizmetguzariyên giştî tên diyarkirin, bi çavgirtina faktorên jîngeh, demografîk, civakî, aborî, tenduristî û perwerdehiyê. Her wiha wê pêgeha Helebce ya dîrokî û rol û bandora vî bajarî jî li ber çavan bê girtin.”

Hate diyarkirin ku piştî biryara terxankirina pereyan ji aliyê serokwezîr ve, wê karên projeyê bikevin qonaxeke pêşketî û proseya kar wê bileztir bibe û bikeve meriyetê.