Koçer: Divê Bexda hefteya bê mûçeyên Adarê bişîne Hewlêrê

Koçer: Divê Bexda hefteya bê mûçeyên Adarê bişîne Hewlêrê

PeyamaKurd - Endamê Lijneya Aborî ya Parlemena Iraqê Cemal Koçer, di derbarê mijara mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê de got: "Divê heta hefteya pêşiya me Hikûmeta Navendî ya Iraqê mûçeyên meha Adarê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne."

Koçer ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku Wezîrê Aborî yê Iraqê di derbarê bi rêya elektronîkî ve şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de bi rik e û got: "Heta hefteya pêşiya me divê Bexda mûçeyên meha Adarê bişîne."

Weke tê zanîn Lijneya Aborî ya Parlemena Iraqê bi parêzgarên Iraqê re civînek pêk anî, lê belê parêzgarên Herêma Kurdistanê beşdarî vê civînê nebûbûn.

Cemal Koçer amaje bi wê yekê jî kir ku civîna li gel parêzgaran ji bo budceya pêşxistina parêzgehan bûye û da zanîn ku ew ê roja Çarşemê mêvandariya Lijneya Wezareta Plandasaziyê ya Iraqê bikin û çend pirsgirêkan nîqaş bikin.  

Li Herêma Kurdistanê, ji ber neşandina para budceya Herêma Kurdistanê ya ji aliyê hikûmeta navendî ve, heta niha mûçeyên meha Sibatê nehatine dayîn. Ji ber vê yekê karmendên fermangeh, dibistan û nexweşxaneyên Slêmanî, Helebce, Koye, Rêveberiya Serbixwe ya Germiyan û ya Raperînê di çalakiya boykotkirina kar de ne.