Hêzên Îranê dîsa hêriş kirin: 8 kolber birîndar bûn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Rojhelatê Kurdistanê li devera sînorê Herêma Kurdistanê, di 2 rojên dawî de 8 kolber ji aliyê hêzên sînor ên rejîma Îranê ve hatine birîndarkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan (Hengaw) a Rojhelatê Kurdistanê ragihand ku roja sêşemê hêzên rejîmê li bazineya bajarê Newsûdê, li nênîzî sînorê Herêma Kurdistanê bi ser karwaneke kolberan ve gule reşandine û di encamê de yek jê bi giranî, herî kêm 5 kolber birîndar bûne.
Hengawê da zanîn ku 5 kolberên birîndar bûne şêniyên bajarên, Pawe, Ciwanro, Dalaho, Salesî û Bawecanê ne û li nexweşxaneya Paweyê têne dermankirin.
Li gor ragihandin aHengawê kolberên ku birîndar bûne ev in: Hemed Mehmûdî, Mihemed Yûsifî, Îhsan Nezerî, Umêd Şemsî û Yasîn.
Ji aliyê din ve, Hengawê ragihand ku îro serê sibehê, li devera bajarê Ciwanroyê ya nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê jî kolberê bi navê Saman Rustemî; duh êvarî jî li ser dîsa li heman deverê 2 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine birîndarkirin.