Di kampusa zanko ya Erzeromê de pevçûn derket: 4 birîndar

Di kampusa zanko ya Erzeromê de pevçûn derket: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li zankoya Erzeromê ya bi navê Ataturkê di navbera 2 grûban de pevçûna bi dar û keviran derket. Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Di encamê de 4 xwendevan birîndar bûn.

Xwendevanên birîndar birin nexweşxanên bajêr yên cuda. Niha 10 xwendevan jî xistine bin çav. Rêvebirê asayîşê yê Erzeromê Kadir Yırtar bi xwe çû ciyê bûyerê.