Artêşa Îsraîlê: Me serokê Cemaat El-Îslamî kuşt

Artêşa Îsraîlê: Me serokê Cemaat El-Îslamî kuşt

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Geliyê Beka ya Lubnanê, di êrîşa hewayî de serokê Cemaet El-Îslamî Musab Halaf hatiye kuştin. 

Li gorî daxuyaniya Berdevka Artêşê, di êrîşa balafirên şer ên li ser gundê Meydûn ê li herêma Geliyê Beka ya Lubnanê ya li nêzî sînorê Sûriyeyê de, rêveberê payebilind ê Tevgera Cemaet El-Îslamî ya Sunnî ya Lubnanê Halaf hat kuştin. 

Îsraîl diyar kir ku Cemaat el-Îslamî di çalakiyên xwe yên li Lubnanê de bi Hamasê re koordîne kiriye. 

Ajansa fermî ya Lubnanê NNA ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê herêm bombebaran kirin, lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî parve nekir. 

Rêveberiya Cemaat El-Îslamî ya Lubnanê ragihandibû ku ew ê li ser xeta sînor, li kêleka Hizbullah a alîgirên Îranê, li dijî Îsraîlê tevlî têkoşîna çekdarî bibin.