Rapora Dadgeha Sayıştay a Ewrûpayê ket rojeva meclisa Tirkiyê

Rapora Dadgeha Sayıştay a Ewrûpayê ket rojeva meclisa Tirkiyê

PeyamaKurd – Parlementerê bajarê Qersê yê partiya CHPê Akgün Alp di meclisa Tirkiyê de derket ser kursî û axifî. Akgün wezareta perwerdê ya Tirkiyê sûcdar kir ku di dema fonên Ewrûpayê daye Tirkiyê û bikaraniye, di wan bê ûsûliyê kiriye.

Alp, behsa rapora Sayıştay a Ewrûpayê kiriye ku dadgeha kontrola fonaye, wezareta perwerdê ya Tirkiyê bi miqdarê 20 milyon Euro bê ûsûl pere xerc kiriye.

Sayıştay a Ewrûpayê di meha borî de rapora xwe belav kir û ji Tirkiyê pirsî bê çi bi fonên bi miqdarê 6 milyar Euroyî hat. Lê heya niha ti bersivekî nestendiye.

Sayıştay a YEyê ketiye pey 6 milyar Euroyê ku ji bo koçberan daye Tirkiyê. Her weha Sayıştay a Ewrûpayê heya niha bi miqdarê 8,4 milyar Euroyî pere xistiye fonên wezareta perwerdê ya Tirkiyê lê ji ber di pera de bê ûsûl tişt hatine kirin, xwestiye ku Tirkiyê wan pera paşde bide lê wezaretê daxwazê red kiriye.