Li Wêranşar a Rihayê cara yekem ‘Çarşema Sor’ hate pîrozkirin
PeyamaKurd- Li navçeya Wêranşar a bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê cara yekem êzidiyên deverê bi awayekî qelebalix Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Êzidiyên gundê Birçê yê girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê li hev civiyan û tevî mêvanên wan ên ji derve hatibûn merasîma Cejna Çarşema Sor li dar xistin.
Di pîrozbahiya ku li ber Mala Çandê ya gundê Birçê hate kirin de, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Hevşaredarên Wêranşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan û gelek kesên din beşdarî kirin.
Di pîrozbahiya ku jin û zarokan cilên gelêrî li xwe kiribûn de xurek û şêranî jî bo mêvanan hatin pêşkeşkirin. Şahiya Cejna Çarşema Sor bi stran, govend û dîlanan bidawî bû.