Bloomberg: Serdana Erdogan a Washingtonê hate paşxistin

Bloomberg: Serdana Erdogan a Washingtonê hate paşxistin

PeyamaKurd – Ajansa Bloombergê ragihand, Serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Amerîkayê ku ev demek e di medya Tirk de behsa wê tê kirin, hatiye paşxistin.

Li gorî nûçeyê Erdogan serdana ku dihat pêşbînîkirin 9ê Gulanê pêk were bipaş xistiye. Hate diyarkirin ku daxwaza paşxistinê ji Tirkiyeyê hatiye.

Li aliyê din doh 24ê Nîsanê Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Koşka Spî John Kirby dema serdana Serokê Amerîka Joe Biden a New Yorkê li ser pirsa rojnamevanan derbarê serdana Erdogan de gotibû, “Ti bernameyek bo serdana Erdogan nîne”.

Beriya nûçeya Bloombergê medya Tirk a nêzî hikûmetê ragihandibû dê Erdogan 9ê Gulanê serdana Washingtonê bike û bi Biden re bicive.

Sedema paşxistina serdanê û tarîxa serdana bê hêj bi awayekî fermî nehatiye eşkere kirin.